Li Amed, Riha û Wanê qeza: 1 mirî, 29 birîndar

Li parêzgehên Amed, Riha û Wanê di 3 bûyerên trafîkê de kesekî canê xwe ji dest da û 29 kes jî birîndar bûn.

13.04.2024, Cts - 09:47

Li Amed, Riha û Wanê qeza: 1 mirî, 29 birîndar
Nuçe Belav bike

Di betlaneya cejnê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûyerên trafîkê zêde bûn.

Li Amedê kamyonetek û otomobîlek li hev qelibîn: 11 kes birîndar bûn

Demjimêrên şeva roja Înê 12ê Nîsana 2024an li ser rêya sereke ya Amedê û navçeya wê Bismilê otomobîlek û kamyonetek li hev qelibîn.

Di bûyerê de 11 kesên di her du wesayitan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyên Amedê.

Li Wanê 2 kamyonet li hev qelibîn: 13 birîndar

Li aliyê din li navçeya Bêgirê ya Wanê li ser rêya sereke ya Bêgir û Ebexê jî du kamyonet li hev qelibîn.

Di wê bûyerê de jî bi heman awayî her du şofêr ligel 11 kesên di her du wesayitan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar veguhastin nexweşxaneyên navçeyên Ebex û Bêgirê.

Li Rihayê otomobîlê li 4 kesan da: 1 mirî û 3 birîndar

Li parêzgeha Rihayê jî otomobîla ku welatiyê bi navê A.Ç diaojot li ser rêya sereke ya Riha-Amedê li 4 welatiyên bi navên Yildiz (52), Ahmet (10), Îsa (8) û Serdar Canpolatli (4) da.

Di bûyerê de her 4 welatiyên navborî bi giranî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Rihayê.

Lê Îsa Canpolatli tevî hewildanên pizîşkî canê xwe ji dest da.

Şofêrê otomobîlê piştî bûyerê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 311 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:38:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x