Li Amedê şerê karker û hostayan: Kuştiyek, 12 birîndar

Li navçeya Bismilê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, li kargehekê karker û hosta pevçûn.

03.11.2023, Cum - 07:05

Li Amedê şerê karker û hostayan: Kuştiyek, 12 birîndar
Nuçe Belav bike

Di encama vê pevçûnê de kesek hat kuştin û 12 kes birîndar bûn.

Vê pevçûnê doh li gundê Ofê yê Bismilê li kargeheke cilûbergan rû da.

Karker û hosta ji ber sedemeke nediyar pev çûnû wan bi dar û kêran êrişî hevdû kir.

Di encama pevçûnê de Celal A.yê 62 salî canê xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê 12 birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.

Li ber nexweşxaneyê jî mirovên her du aliyan êrişî hev kirin.

7 birîndarên ku rewşa wan a tenduristiyê giran e veguhastin nexweşxaneyên navenda Amedê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Bismilê birîndarên bi navê U.D, M.A, R.A, Î.A. û M.A. yên ku dermankirina wan temam bû hatin desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 244 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:49:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x