Li Amedê 11 ciwanên ji ber sirûda Tirkiyeyê hatibûn desteserkirin hatin berdan

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 11 ciwanên ji ber sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê hatibûn desteserkirin hatin berdan.

29.08.2023, Sal - 07:23

Li Amedê 11 ciwanên ji ber sirûda Tirkiyeyê hatibûn desteserkirin hatin berdan
Nuçe Belav bike

Roja yekşemê li Stadyûma Amedê tîmên Amedspor û Denîzlîsporê hatin hemberî hev û Amedspor 2-0 bi ser ket.

Berî ku lîstik dest pê bike sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê hat xwendin.

Polîsan bi hinceta ku di dema xwendina sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê de ranebûne ser xwe 11 alîgirên Amedsporê desteser kirin.

Polîsan ew 12 ciwanên Kurd birin Navenda Polîsan a Alîşanê.

Ciwan piştî ku şevekê li navenda polîsan hatin girtin doh şandin Dadgeha Amedê.

Dadgehê 11 ciwan bi şertê kontrola edlî berdan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 721 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:25:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x