Li Amedê di bûyereke trafîkê de 4 kes birîndar bûn

Li navçeya Yenîşehîrê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve minîbusek û otomobîlek li hev qelibîn û di encamê de 4 kes birîndar bûn.

14.12.2022, Çar - 08:46

Li Amedê di bûyereke trafîkê de 4 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li ser rêya navbera Amedê û Farqînê şevê din derengiya şevê, li taxa Cumhuriyetê ya ser bi navçeya Yenîşehîr a Amedê minîbusekê li otomobîla pêşiya xwe da û di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Ji ber hêza lihevdana otomobîlan, minîbus ji rê derket û otomobîla din jî çû nav marketêke li kêleka rê. Dîmenên vê kêliyê ji aliyê kameraya marketê ve hatine tomarkirin.

Li ser agahdarkirinê, tîmêm tendirustiyê bo cihê bûyerê hatine şandin û birîndar veguhestine nexweşxaneyên bajêr.

Li gorî agahiyan tendirustiya birîndaran baş e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 228 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:49:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x