Li Amedê di şerê navbera du grûpan de kesek hat kuştin û du kes jî birîndar bûn

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di şerê navbera du grûpan de kesek hat kuştin û du kes jî birîndar bûn. Bûyer derengê şeva Çarşembê 30ê Mijdara 2022ê li navçeya Rezan a navenda Amedê qewimî.

01.12.2022, Per - 08:34

Li Amedê di şerê navbera du grûpan de kesek hat kuştin û du kes jî birîndar bûn
Nuçe Belav bike

i gor zanyariyên hatine belavkirin, kesek an hinek kesan li ser cadeyê otomobîlek gulebaran kirine, dema kesên di nav otomobîlê de bi demançeyê bersiv dane, şer çê bûye di encam de sê kes birîndar bûne.

Yek ji birîndaran ji cihê bûyerê reviya ye, du birîndarên din jî piştî midaxeleya destpêkê ji aliyê tîmên tendirûstî ve bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Yek ji birîndaran ku heta niha navê wî nehatiye zanîn, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da û çareseriya birîndarê din jî li nexweşxaneyê berdewam e.

Hatiye ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin û polîsan bo desteserkirina birîndarê din ku ji cihê bûyerê reviya ye dest bi kar û xebatên xwe kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 236 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:28:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x