Li Amedê efserekî pilebilind hat girtin

Li navçeya Erxenî ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi îdiaya ku 4 sal berê “di dema wergirtina cerdevanan de bertîl hatiye stendin” di nav 38 kesên ku hatibûn desteserkirin de efserê pilebilind (serdar) Ahmet Eren û çawîşê pispor Soner Eren hatin girtin.

10.12.2022, Cts - 10:32

Li Amedê efserekî pilebilind hat girtin
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya Amîdayê, li navçeya Erxeniyê ya Amedê di navbera salên 2017-2018aan de cerdevan hatin wezîfedarkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdiaya ku "nelirêtî hatine kirin û bertîl hatine wergirtin" lêpirsîn da destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de roja berê Fermandarê Cendirmeyan yê Berê yê Navçeya Erxeniyê Ahmet Eren û Çawîşê Pispor Soner Eren ê ku li Cendermeya Parêzgeha Mêrdinê wezîfedarkiriye jî di nav de 38 kes hatibûn desteserkirin.

Piştî karûbarên yasayî yên li rêveberiya ewlekariyê û îfadeyên dozgeriyê ji 38 kesan 36 kesa serbest hatin berdan.

Fermandarê Cendirmeyan yê Berê yê Navçeya Erxeniyê Ahmet Eren û Çawîşê Pispor Soner Eren ê ku li Cendermeya Parêzgeha Mêrdinê wezîfedarkiriye ku ji bo wan dema zêde hatibû xwestin, duh piştî îfadedayînê bo Edliyeyê hatin şandin.

Dadgehê ji ber tawana "bertîlê" biryara girtina Ahmet Eren û Soner Eren da.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 557 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:30:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x