Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, kesek di êrişeke çekdarî de hat kuştin.
Bûyer derengiya şeva borî li taxa Selaheddîn Eyûbiyê ya bajarê Amedê çêbû.
Li gorî zanyariyan kesek bi motorsîkletê nêzîkî kesekî li ser cadeyê bûye û bi demançeyê gule li wî reşandine.
Tîma tenduristuyê kesê ku ji serê xwe birîndar bûyî bir nexweşxaneyê.
Tevî hewldanên bijîşkî kesê birîndar ji mirinê rizgar nebû.
Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê ji bo destserkirina kesê êrîşkar xebat dan destpêkirin.