Li navçeya Rezan a Amedê ciwanê bi navê Emre Elaltunterîn dema ku diçû nimêja şevê ji aliyê polîsên tevgera taybet ve ji bo kontolê hat rawestandin, ji ber ku got ji nimêjê dereng maye rastî lêdanê hat. Piştî belavbûna îmenên tundiya polîsan li ser medya civakî, bû sedema bertekan.
Li gorî dîmenan li ser pirsa polîsan a “Tu ji çiyê xwe bawer dikî”, Elaltunterin jî got “Ez ji Xweda bawer dikim”, piştre polîs şîmaq lê dixin.
Parêzgariya Amedê di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand “2 personelên ku hat tesbîtkirin ku dema hewl dane kes bi hêza xwe bêbandor bikin hêzeke bê hevseng bi kar anîne, ji kar hatin dûrxistin û der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin.”