Li Amedê qeza: 3 kesan canê xwe ji dest da

Li navçeya Erxeniyê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek wergeriya û di encam de 3 kesan canê xwe ji dest da.

18.09.2023, Pts - 07:34

Li Amedê qeza: 3 kesan canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Li nêzîkî gundê Tirwaqiyê yê Erxeniyê, li ser rêya Erxenî-Amedê, otomobîla ku şofêrê wê S.A. bû ji rê derket û wergeriya.

Di bûyerê de şofêr S.A., M.K. û M.K. yên di otomobîlê de canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman termên her sê kesan veguhestin nexweşxaneyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 388 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:27:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x