Li Amedê teqîn: 9 polîs birîndar bûn

Li bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê di dema derbasbûna wesayîta veguhestina polîsan de teqîn çêbû û di encamê de 9 polîs birîndar bûn.

16.12.2022, Cum - 05:31

Li Amedê teqîn: 9 polîs birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan li bajarê Amedê îro Înê 16ê Kanûna 2022ê demjimêr 05:10 xûlekan de li ser rêya Mêrdîn û Amedê nêzîka Bazara Ajelan di dema derbasbûna wesayîta veguhestina polîsan de teqînek çêbû û di encam de 9 polîs birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê hejmarek zêde tîmên tendirûstiyê û hêzên emnî çûne cihê bûyerê û 9 polîsên birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê bûyerê de peyamek belav kiriye û dibêje: "Li Diyarbekirê dema polîsên me bo karê xwe diçûn demjimêr 05:10an otomobîleke rawestiyayî bi wesayîta wan ve teqiyaye. Polîsên me yên birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin û tên dermankirin."

Herwiha Soylu ragihandiye ku 2 kes bi tohmeta vê teqînê hatine desteserkirin û lêkolîn berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 287 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:30:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x