Li Diyarbekir polîsan avêtin ser avahiyên PSK, PAK û Hereketa Azadî.
Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê polîsên Tirkiyê bi ser avahiyên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Hereketa Azadî de girtin û alên Kurdistanê yên li baregehên her du partiyan anîn xwarê.
Hat ragihand ku, polîsên Tirkiyê li ser biryara Dadgeha Sulhê ya Amedê li avahiyên PAK û PSKê û Tevgera Azadî dest bi lêgerînê kirine.
Li gor agahiyan, polîsan li baregehên her du partiyên PAK û PSKê û herwiha avahiya Tevgera Azadî yên li Amedê dest bi lêgerînê kirine û alên Kurdistanê yên li baregehên wan partiyan anîne xwarê.