Li Bajarê dîrokî, piştgiriya referandûmê...

Her ku dem nêzikê 25'ê îlonê, roja referandûma serxwebûnê ya li Kurdistanê dibe, kelecana li bajarên bakûr jî xwe dide der û bi navbeynkariya nûner û pêşengên qada siyasî û civakî nêrîn û nirxandinên Kurdan tên derbirîn.

21.08.2017, Pts - 09:14

Li Bajarê dîrokî, piştgiriya referandûmê...
Nuçe Belav bike

Serokê Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê yê Semsûrê Selîm Ozbek, li ser referandûmê da zanîn ku bi têkoşîna li hember DAÎŞ'ê re hemû gelên cîhanê Kurdan nas kir û bi rêya referandûmê êdî dê statûya Kurdan jî were pesendkirin.

Selîm OZBEK-Serokê Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê yê Semsûrê, dibêje: "Em, wekî partiya HDP'ê ya Semsûrê, ji bo ku wateya referandûmê ji aliyê gelê me ve were zanîn, hewil didin ku bidin fêmkirin. Ji bo vê jî me li Semsûrê komîsyon çêkirine û em mal bi mal digerin. Hem em qala zextên li ser partiya me dikin, hem qala referandûmê dikin."

Yek ji partiyên siyasî yên ku ji destpêka ragihandina 25'ê îlonê û heta niha piştgiriya xwe bê şert û merc ragihandiye jî Partiya Doza Azad Huda Par e. Rêveberiya Huda Par'ê diyar dike ku ew wekî partî pêvajoya referandûmê ji nêz ve dişopînin û rêzê li biryara xelkê Kurdistan'ê digirin. Serokê Huda Par'ê yê Semsûrê Alî Çelîk jî dibêje ku; heger gel serxwebûnê bixwaze, tu astengî dê li pêşiya vê biryarê dernekevin.

Alî ÇELÎK-Serokê Partiya Doza Azad Huda Par'ê yê Semsûrê, da diyarkirin: "Em dibêjin ku heger xelk bixwaze xwe bixwe rêveberiya xwe bike, piranî çi dibêje; bila wisa be. Dema xelk çû ser sindoqan, encam çi derkeve, bila xelk li hember rêzdar be. Lê belê bila heqê mirovan neyê xwarin. Heger xelk azadiyê dixwaze, heger xelk serxwebûnê dixwaze, bila wisa bike."

Ji ber ku piraniya niştecihên bajêr ji Kurdan pêk tê, li gorî nûnerên qadên siyasî û civakî radigihînin; li seranserê bajêr piraniya xelkê bi awayekî erênî, biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê pêşwazî dike û çav li rê ye ku encameke erênî ji sindoqan derkeve.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 1320 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:49:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x