Li bajarê Helebceyê şer derket

Hat ragihandin ku şeva duhî li çiyayê Bemo yê bi ser parêzgeha Helebceyê di navbera hêzên ewlehiyê û çend kesên nenas de şer qewimiye.

23.01.2018, Sal - 08:56

Li bajarê Helebceyê şer derket
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeyeke Rûdawê şeva duhî li çiyayê Bemo yê bi ser parêzgeha Helebceyê di navbera hinek kesên nenas û hêzêm ewlehiyê de şer qewimiye. Hat diyarkirin ku hejmara wan kesên nenas zêdetirî 10 kesan bû û hat gotin ku hêzeke mezin a polis û asayîşê daye dû wan kesên çekdar.

Hat destnîşankirin ku ew kesên nenas ji aliyê xelkê parêzgehê ve wekî xwebexşên Xurmatûyê tên binavkirin lê dîsa hêzên ewlehiyê jê biguman in.

Di derbarê hejmara wan kesan de hat parastin ku zêdetirî 10 kesan e û hat ragihandin ku sere sibeha îro hêzeke mezin a polis û asayişa Silêmanî û Germiyanê li ser çiyayê Bemoyê daye şopa wan çekdaran lê heta niha ti kesekî ji wan nehatiye desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1401 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:25:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x