Li Bakurê Kurdistanê bûyera trafîkê: 3 kesan canên xwe ji dest dan

Li navçeya Mişazê ya ser bi parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê ve, otomobîlek wergeriya û di encamê de 3 kesan canên xwe ji dest dan û kesek birîndar bû.

01.02.2023, Çar - 08:22

Li Bakurê Kurdistanê bûyera trafîkê: 3 kesan canên xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Îro 1ê Sibata 2023ê otomobîla şofêrê wê S.K. li navçeya Mişazê li nêzîk gundê Gelayê ji rê derket û wergeriya.

Di encama bûyerê de şofêr S.K. û du kesên bi navên M.O yê 66 salî û B.K yê 68 salî canên xwe ji dest dan.

Her wiha di bûyerê de kesek bi navê D.O yê 58 salî jî birîndar bûye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Kesê birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Endiresê hat veguhestin.

Hat zanîn 4 kes ji bo beşdariya şîneke mirovên xwe ji Stenbolê diçûn parêzgeha Gîresûnê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 288 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:43:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x