Li Bakurê Kurdistanê hişyariya baranbarînê û lehiyê

Li gor Keşnasiya Tirkiyê îro û sibe jî li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê dê baran bibare û hêza baranbarînê dê zêde bibe. Herwiha metirsiya rabûna lehiyê jî heye.

13.04.2023, Per - 07:28

Li Bakurê Kurdistanê hişyariya baranbarînê û lehiyê
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Keşnasiya Tirkiyê, rapora xwe ya pêşbîniyên keşûhewayê ya rojane belav kir.

Li gorî rapora keşnasiyê îro 13ê Nîsanê 2023ê li seranserî Tirkiyê baran dibare û li hinek deveran jî hêza baranbarînê dijwar dibe.

Li gor pêşbîniyên keşnasiya Tikriyê, bi taybet li parêzgehên Bedlîs, Şirnex, Colemêrg, Sêrt, Êlih, Wan û Amedê yên Bakurê Kurdistanê dê baranek dijwar bibare.

Herwiha dê bi sedema baranbarînê pileyên germê jî dakevin.

Derbarê egera lehiyê de, bilindbûna ava çeman û girtina rêyan de jî hişyarî hatine dayîn û ji welatiyan hatiye xwestin ku tedbîrên xwe werbigrin.

Di heman demê de li gor pêşbîniyên keşnasiyê dê ne tenê îro sibe 14ê Nîsanê jî li Bakurê Kurdistanê baranbarîn berdewam dibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 310 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:37:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x