Li Bakurê Kurdistanê otobusek wergeriya: 1 mirî, 21 birîndar hene

Li parêzgeha Erzînganê ya Bakurê Kurdistanê, îro 30ê Adarê otobuseke rêwiyan wergeriya û di encamê de 2 kesan canên xwe ji dest dan û 21 kes birîndar bûn.

30.03.2023, Per - 12:04

Li Bakurê Kurdistanê otobusek wergeriya: 1 mirî, 21 birîndar hene
Nuçe Belav bike

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, berf û baran berdewam e û bahoz radibin. Keşûhewaya xirab bandorê li rewşa hatûçûnê dike û bûyerên trafîkê diqewimin.

Li ser rêya Erzîngan-Sêwasê, îro 30ê Adarê ji ber berf, pûk û qeşayê otobusek wergeriya û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 21 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê, tîmên berevaniya şaristaniyê û hêzên emnî bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên navçeya Refahiye û Erzînganê hatin veguhestin.

Herwiha li navçeya Yerkoyê ser bi parêzgeha Yozgatê ya Tirkiyê jî otobusa ku Sêwazê diçû Enqerê wergeriya û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 25 kes birîndar bûn

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 300 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:01:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x