Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ji ber şewata ku li çolê derket 12 donim erd zerer dît.
Li devera gundê Papşenê ji ber sedemeke hîn jî nayê zanîn şewat derket.
Ji ber bayê agir ber belav bû û nêzîkî cihê niştecihbûnê bû.
Ekîbên Rêveberiya Daristanê û Şaredariya Bedlîsê agir berî ku bigihejê gund vemirand.
Ji ber şewatê qadeke 12 donimî zerer dît.