Li bîra petrolê teqîn: Mirî û birîndar hene

Li bîra petrolê ya Kompanyaya Navneteweyî ya Petrola Tirk (TPIC) ya li gundê Aqûbanê yê Êlihê teqînek çêbû.

23.02.2024, Cum - 11:31

Li bîra petrolê teqîn: Mirî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyên destpêkê di encamê de karkarek mir û yek jî birîndar bû.

Herwiha otomobîla malbata karkerê ku canê xwe ji dest da dema diçû cihê bûyerê wergeriya û 3 kes birîndar bûn.

Li gundê Aqûbanê yê Êlihê bîra petrolê ya Kompanyaya Navneteweyî ya Petrola Tirk (TPIC), ji ber guvaşa zêde gaza teqiya.

Teqîn di dema temamkirina bîrê de çêbû û di encamê de karkerê bi navê Î.T. canê xwe ji dest da û karkerek jî bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê termê Î.T. ji bo karên otopsiyê bir morga Saziya Bijîşkiya Dadî ya Amedê

Herwiha tîmên tenduristiyê karkerê birîndar jî bir Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê.

Derbarê bûyerê de lêkolîn û lêpirsîn hat destpêkirin.

Ji aliyê din ve otomobîla malbata karkerê ku canê xwe ji dest da ya piştî teqînê diçû cihê bûyerê li nêzîkî gundê Bajnîqê yê Farqînê wergeriya û 3 kes birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 334 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:11:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x