Li bajarê Çewlîgê yê Bakurê Kurdistanê barhilgirek û kamyonetek li hev qelibîn û ji ber qezayê kesek mir.
Barhilgira bi plaqeya 27 ALR 35 ku şofêrê wê Lamî Demirbaş û kamyoneta sewze û fêkî barkirî ya bi plaqeya 62 AAC 295 ku şofêrê wê Ahmet Kaan bû, li ser rêya Çewlîg-Amedê li kîlometreya 26an li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristî, cendirme û îtfaiyeya Şaredariya Gêncê çûn ciyê qezayê.
Ji şofêran Ahmet Kaan ê birîndar bibû canê xwe ji dest da.
Ekîbên îtfaiyeyê Lamî Demirbaşê di barhilgrê de asê mabû derxistin û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê veguhestin.