Li Çewligê lehî: Gelek kargeh di bin avê de man

Li parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber barana gur lehî rabû û hejmarek kargeh di bin avê de man.

16.06.2023, Cum - 10:36

Li Çewligê lehî: Gelek kargeh di bin avê de man
Nuçe Belav bike

Li Bakurê Kurdistanê tevî hatina havînê baran û şilî berdewam e. Li Çewligê roja 15ê Hezîranê piştî barana gur li herêma pîşesaziya biçûk lehî rabû û gelek kargeh di bin avê de man.

Herwiha Ji ber lehiyê gelek kargehan zerar dît. Ji ber ku avrêj xetimîn ava li kargehan bi zehmetî hat valakirin.

Li heman herêmê îsal duyemîn car e lehî rabû û xwediyên kargehan ji berpirsên daxwaz kirin, ji bo ku lehî dubare nebin tedbîrên pêwîst werbigrin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 341 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:56:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x