Li Colemêrgê jineke qirika wê hatiye birîn hat dîtin

Li parêzgehea Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê jinek di mala xwe de kuştî hat dîtin.

25.01.2023, Çar - 07:02

Li Colemêrgê jineke qirika wê hatiye birîn hat dîtin
Nuçe Belav bike

M.Cya ku li qata 5an a avahiyeke li Caddeya Kayacana li Taxa Bulakê, dijiya piştî hevjînê wê dît ku bê hereket radize, polîsan ji rewşê agahdar dike.

Li ser vê yekê tîmên polîs û yên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin û hat tesbîtkirin ku qirika jinêkê hatiye birîn û canê xwe ji dest daye.

Cenazeyê jinikê bo karûbarên otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

Hat zanîn ku M.C dayika 2 zarokan e.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn didome.

Cenazeyê M.C piştî karên otopsiyê biryar e li goristana Serê Solanê bê veşartin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 224 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:12:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x