Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan careke din hat dirêjkirin

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, qedexeya meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev, vedana kon û çalakiyên rûniştinê bo dema 15 rojên din hat dirêjkirin.

17.11.2022, Per - 08:02

Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan careke din hat dirêjkirin
Nuçe Belav bike

Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin. Li parêzgeha Colemêrgê qedexeya ku ji sala 2016an ve berdewam e careke din bo dema 15 rojan hat dirêjkirin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Colemêrgê, ji 15ê Mijdara 2022 heta 29ê Mijdara heman salê, bo dema 15 rojan hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, grev, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha li wê parêzgehê qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.

Qedexeya li parêzgeha Colemêrgê ji sala 2016an ve piştî hewla derbeya 15ê Temûzê hatiye ragihandin û her 15 rojan carekê bi berdewamî tê dirêj kirin. Herî dawî 1ê vê mehê ew qedexe bo dema 15 rojan hatibû dirêjkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 181 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:11:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x