Li Colemêrgê gelek herêman qedexe hat ragihandin!

Walîtiya Hekariyê ragihand ku 31 yek şûnewar yê navend û navçeyan ji bo 15 rojan wekî "herêma ewlehiyê ya taybet" ragihandin.

10.10.2017, Sal - 07:39

Li Colemêrgê gelek herêman qedexe hat ragihandin!
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya ku walîtiyê weşandiye de tê gotin ku, ‘êrîşên PKK yên van demên dawî, karîgeriyê li geşedana bajêr a aborî cîvakî dikin. Wekî sedeme qedexeyê jî " ji bo ku niştecih çalakiyên xwe yên aborî û civakî pêk werînin" hatiye nîşandan. Daxuyaniya walîtiyê wisa ye: "Hemwelatiyên me yên ku karîgeriyeke xerab li jiyana wan a rojane dibe, mexdûriyetên mezin dijîn. Walîtiya me ewilê ji bo parastina can û malên hemwelatiyan, ji bo ku aramî û ewlehiya heyî berdewam bike û dewlet û miletê me ji êrîşên terorî were parastin, li herêma me li gor rêzik û qanûnan hemû tevdîran digre.

Di jêr van tevdîran de li gor Qanûna Herêmên Leşkerî yên Qedexe û Qanûna Herêmên Ewlehiyê navenda bajêr, navçeyên Çelê, Şemzînan, Gewer û 31 herêmên bi ser wan ve heya saet 23.59an ê 25ê Cotmehê wekî "herêmên ewlehiyê ya taybet" hatin diyar kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1102 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:13:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x