Li Dêrsimê hemû çalakî 5 rojan hatin sînordarkirin

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê hemû cureyên çalakiyan en wekî meş, xwepêşandan û civînên giştî 5 rojan hatin sînordakirin.

21.10.2023, Cts - 08:13

Li Dêrsimê hemû çalakî 5 rojan hatin sînordarkirin
Nuçe Belav bike

Parêzgariya Dêrsimê di daxuyaniyekê de ragihand ku ji demjimêr 00.01ê 20ê Çiriya Pêşîn a 2023yan heta demjimêr 23.59ê 24ê Cotmeha 2023yan ji bo 5 rojan hemû çalakiyên wekî civîn, xwepêşandan, konser, meş û grev, vedana konan û çalakiyên din ên di nav sînorê parêzgeha Dêrsimê de dê bi destûra parêzgarî û qeymeqamiyan bên sazkirin.

Parêzgariya Dêrsimê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku ev biryar bi armanca “parastina bingehên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewê, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê û rêgirtin li her bûyereke din” hatiye dayîn.

Li gorî daxuyaniyê, biryara sînordarkirinê, çalakiyên fermî li xwe nagire ku parêzgar û qeymeqam destûrê didin.

Ev çend sal in li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cûda yên ewlehiyê qedexeyên çalakiyan tên ragihandin û dema wan qedexeyan bi berdewamî tê dirêjkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 207 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:14:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x