Bûyer duh bi şev li Gundê Lolan Tanir ê ser bi navçeya Xozatê ve pêk hat.
Lı ser rêya Gundê Lolan Tanir dema otomobîla xwe diajot ji ber ku kontrola dîreksiyonê ji dest da otomobîla wî ji rê derket û wergeriya.
Ozgur Kahraman ê ku di nava otomobîlê de asê mabû, bi hewldana xwe xwest ji nav otomobîlê derbikeve, lê bi ser neket.
Welatiyên derdorê danê sibehê qeza ferq kirin ekîbên tenduristiyê ji rewşê agahdar kirin. Di lêkolîna ewil a ekîbên tenduristiyê de derket holê ku Kahraman ê ku heta serê sibê di otomobîle de asê mabû ji ber sermayê mir.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û cenazeyê Ozgur Kahraman ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.