Li Dêrsîmê welatiyan projeya kargeha paşmayan protesto kirin

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê dijberiya li hemberî projeya çêkirina kargeha paşmayan berdewam e

01.12.2022, Per - 12:20

Li Dêrsîmê welatiyan projeya kargeha paşmayan protesto kirin
Nuçe Belav bike

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê dijberiya li hemberî projeya çêkirina kargeha paşmayan berdewam e. Biryare ew kargeh li gundê Tulukê bê danîn û ji aliyê Şaredariyê ve jî hatiye pesendkirin. Lê xelk ne razî ye û berdewam li pêşiya Şaredariya Dêrsîmê kom dibin û dijberiya xwe eşkere dikin, daxwaza betalkirina projeyê dikin.

Hejmarek ji welatiyan li pêş Şaredariya Dêrsîmê ya Bakurê Kurdistanê kom bûn û vê carê ajelên xwe wek bizin, ker û kewarên mêşan jî bi xwe re anîne û daxwaz dikin projeya çêkirina kargeha paşmayan a li gundê Tulukê betal bibe.

Muxtarê gundê Tulukê dibêje cihê ku ev proje tê çêkirin cihên baweriya wan in û ew vê yekê qebûl nakin.

Muxtarê Gundê Tuluk Imam Çelik got: “Em van qurbanên xwe li cihê baweriya xwe serjê dikin. Ji bo wê yekê, me ew jî anîne vê derê. Em naxwazin cihên me yên baweriyê di bin zibalê de bimînin. Ji ber vê yekê em dijî vê projeyê ne.”

Mêşvanekî li parêzgehê jî dibêje, ji bo wê projeyê 18 hektar daristan dê zerarê bibîne û ev yek ligel daristanê pîşeya wan jî têk dide.

Mêşvan Zulfikar Guçlu got: “Daristan zîndîweran li xwe digre. Eger daristan bê birrîn, dê hemû zindîwerên di nav de jî zerar bibînin û em jî dê têk biçin. Ne tenê proje dê gelek rê jî bên çêkirin û ji bo wê jî hejmarek zêde dar bên birrîn.”

Di nav de Şaredariya Dêrsîmê, 5 şaredarî dixwazin li gundê Tuluk yê Dêrsîmê, nêzîkî 55 hezar daran bibirin û li şûna wan kargeha paşmayan çêbikin. Jîngeparêz û gundiyên herêmê li dijî projeyê der

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 264 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:36:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x