Li Dîlokê 2 otomobîl li hev qelibîn: 2 mirî, 5 birîndar

Li navçeya Nûrdaxiyê ya parêzgeha Dîlokê 2 otomobîl li hev qelibîn, di bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

25.03.2024, Pts - 08:53

Li Dîlokê 2 otomobîl li hev qelibîn: 2 mirî, 5 birîndar
Nuçe Belav bike

Bûyer derengiya şeva borî rû da. Otomobîla bi şofêrtiya Halîl Kocayê 66 salî û otomobîla bi şofêrtiya Ugur Aslanê 44 salî ku ji aliyê din dihat li ser rêya Dîlok-Nûrdaxiyê li hev qelibîn.

Di bûyerê de şofêr Ugur Aslan û Ahmet Aslanê di nav otomobîlê de li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Welatiyên bi navên Fatma Koca, Esra Koca û Ramazan Tosun û 2 kesên din ku navê wan nehat zanîn û wekî rêwî di nav otomobîlan de bûn, birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Nûrdaxiyê.

Vî nûçeyê tevayî: 220 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:46:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x