Li Dîlokê agir bi oteleke 17 qatî ket

Li parêzgeha Dîlokê agir bi oteleke 17 qatî ya ku nedihat bikaranîn ket.

26.08.2023, Cts - 16:26

Li Dîlokê agir bi oteleke 17 qatî ket
Nuçe Belav bike

Li sêrêyên Herêma Pîşesaziyê ya Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê agir bi oteleke 17 qatî ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên Parastina Sivîlan çûne cihê bûyerê.

Tîm bi 15 otomobîlan û 45 karmendan hewl didin agir vemirînin.

Di heman demê de benzînxaneya ku li kêleka otelê ye, hate girtin.

Agir li hinek qatên avahiyê hatiye kontrol kirin lê li qatên jor hîn jî berdewam dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 687 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:00:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x