Li Dîlokê bûyera trafîkê: 1 mirî, 10 birîndar

Li parêzgeha Dîloka ya Bakurê Kurdistanê, mînîbusek wergeriya û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 10 kes birîndar bûn

17.11.2022, Per - 13:12

Li Dîlokê bûyera trafîkê: 1 mirî, 10 birîndar
Nuçe Belav bike

Bûyer îro 17ê Mijdara 2022an li navçeya Cebel Nûr a Dîlokê çê bûye.

Li gor zanyariyan, mînîbusek ku ji parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê ji bo dawetekê diçû bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê ji rê derketiye û wergeriyaye.

Di encama bûyerê de kesê bi navê Mehmet Nurî Siyahtoprak ê 53 salî canê xwe ji dest daye û 10 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên li Cebel Nûr û Dîlokê hatin veguhestin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 157 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:41:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x