Li Dîlokê bûyera trafîkê: 3 jê welatiyên Sûrî 5 kesan canê xwe ji dest dan

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîlan lihev dan û di encam de 5 kesan canê xwe ji dest dan.

08.04.2023, Cts - 13:22

Li Dîlokê bûyera trafîkê: 3 jê welatiyên Sûrî 5 kesan canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Îro Şemiyê 8ê Nîsana 2023an di demjimêrên sibehê de li ser rêya Dîlok - Kilisê du otomobîlan li hev dan û di encam de 3 welatiyên Sûrî bi navên Madal Ahmad, Sara Mustafa û Abdullah Ahmad û 2 welatiyên Tirkiyê yên di otomobîla din de Emre Ozmen û Dogukan Kupelî li cihê bûyerê canê xwe ji dest dane.

Her wiha li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê çûn cihê bûyerê û kesekî birîndar jî bo Nexweşxaneya Dewletê ya Dîlokê hat veguhestin û hatiye ragihandin ku rewşa kesê birîndar jî di metirsiyê de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 263 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:50:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x