Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê serwîsa karkeran û otomobîlekê li hev dan û di bûyerê de 9 karker birîndar bûn.
Otomobîla serwîsa karkeran a bi şofêrtiya Abidin Alici û otomobîleke din îro Duşemê 9ê Çileya 2023an li ser rêya Dîlok-Semsûrê li hev dan.
Di bûyerê de serwîsa karkeran wergeriya û 9 karker birîndar bûn. Li gor agahiyan rewşa tenduristî ya 2 karkeran giran e.
Li ser agahdarkirinê tîmên berevaniya şaristanî, tenduristî û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.
Her 9 birîndar bi ambûlansan ji aliyê tîmên tenduristiyê ve ji bo nexweşxaneyên parêzgehê hatin veguhestin.