Li Dîlok a Bakurê Kurdistanê kamyoneke barhelgir û 2 mîdîbûsan bi awayekî zincîrî li hev dan û di bûyerê de 17 kes birîndar bûn.
Hat ragehandin li derdora pîşesaziya KUSGET a di rêya Îpekê de ji ber sedemekî nayê zanîn kamyonekî barhelgir û mîdîbûsekî taybet a gel li hev dan. Piştî wê li hevdanê mîdîbûsa ku wirde û wê de hat çû, li mîdîbûsa ku li rawestekê rêwî radikirin da û bi wî rengî karî raweste.
Li gor çapemeniya Tirkiyê di bûyerê de 17 kes birîndar bûn û birîndar bi ambulansan ji nexwaşxaneyan re hatin veguhestin.
Ji aliyê din ve hat ragehandin ajokarê kamyona barhelgir reviya ye û lêgerîna wî berdewam dike.