Li Dîlokê du grûp pev çûn: Ciwanek hat kuştin

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di encama pevçûna di navbera du grûban de ciwanekî 19 salî hat kuştin û kesek jî birîndar bû.

22.09.2023, Cum - 09:41

Li Dîlokê du grûp pev çûn: Ciwanek hat kuştin
Nuçe Belav bike

Bûyer îro sibehê li taxa Guneşê ya bajarê Dîlokê çêbû.

Li gorî agahiyan ji ber sedemek nediyar di navbera du grûban de nîqaş derket û piştre her du grûb pev çûn.

Di pevçûnê de çek jî hatin bikaranîn û ciwanekî bi nave Mustafa Yeter ê 19 salî bû û kesekî din birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristî û polîs çûn cihê bûyerê û kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şahînbeyê.

Lê tevî hewldanên bijîşkî Mustafa Yeter li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin birîndarê din jî di çavdêriya hûr de ye û rewşa wî dijwar e.

Nasnameya kesên ku êriş kirine hîn jî nehatiye zanîn û derbarê bûyerê de lêkolîn hatine destpêkirin.

Hewlên polîsan ji bo girtina kesên tevlî bûyerê bûne berdewam in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 647 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:31:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x