Li gor îdîayan li navçeya Merkez Şehitkamil ser bi parêzgeha Dîlokê polîsekî xanenişîn yê 52 salî hatiye ber avahiya hevjîna xwe Derya Y. ya 38 salî ku di proseya hevdu berdanê de ne. Herwiha di navbera her du aliyan de nîqaş çêbûye û di encama vê nîqaşê de polîs bi çeka xwe gule berdaye Derya Y. û ew li wê derê kuştiye.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirûstiyê çûne cihê bûyerê û termê Derya Y. hatiye dîtin.
Li gor zanyariyan polîs bo desteserkirina kesê kujer dest bi kar û xebatê kiriye û wek gumanbar jî hevjînê wê tê dîtin.