Li Dîlokê pevçûn: 1 jê polîs 2 kes hatin kuştin

Li navçeya Şahinbey a ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ve di navbera du malbatan de şerê bi çekan çêbû û di encam de 1 jê polîs 2 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

07.04.2023, Cum - 08:09

Li Dîlokê pevçûn: 1 jê polîs 2 kes hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan şeva borî li navçeya Şahinbey a ser bi parêzgeha Dîlokê ve ji ber sedemeke nehatiye zanîn şerê bi çekan çêbûye û li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî û polîs çûne cihê bûyerê.

Li gor lêkolînê kesên bi navê Mehmet Ali Kuş ê 35 salî û Ali Çekiç yê 22 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest dane û 2 kes jî birîndar bûne. Her du kesên birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Piştî bûyerê polîsên taybet li herêmê tedbîrên ewlekariyê wergirtine û hatiye zanîn ku yek kesê ku hatiye kuştin li Rêveberiya Emnî ya Şahinbeyê polîs bûye û wê demê ne li ser kar bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 333 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:10:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x