Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê Gazîentabê servîsa ya xwendekaran û wesayîteke ticarî li hev qelibîn û di encama qezayê de kesekî can da û 12 kes jî birîndar bûn.
Mîdîbusa bi plakeya 47 DF 143 ku Nadîr B. diajot li ser rêya Dîlok-Kilîsê nêzîkî Gunedê Babaxirê li wesayîta ticarî ya bi plakeya 79 MA 3222 ku Osman Muhammet Îsa diajot, qelibî.
Di encama qezayê de Abdullah Nacar (20) yê di wesayîta ticarî de bû li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û şofêrê wesayîta ticarî û 11 xwendekar birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li Dîlokê û cendirmeyan şofêr mîdîbusê Nadîr B. desteser kir.