Li Êlihê boriya xeta petrolê qul bû

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di xeta petrolê de borî qul bûye.

23.03.2023, Per - 12:59

Li Êlihê boriya xeta petrolê qul bû
Nuçe Belav bike

Parêzgariya Êlihê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyam da û bi bîr xist ku di ser Çemê Êlihê xeta boriya neftê ya BOTAŞê derbas dibe û li devera goma Balbinarê boriya petrolê qul bûye.

Li gor daxuyaniyê piştî ku tespîtkirin borî qul bûye vanayên di navbera Mîrzabey û Balpinarê de hatin girtin û nefta di boriyên nav herdu vanayan de jî dê di hewzekê de berhev bikin.

Parêzgariya Êlihê da zanîn ku di heman demê de nefta tevlî ava Çemê Êlihl bûye jî dê bê paqijkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 359 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:24:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x