Li Êlihê qeza: Kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn, di qezayê de kesekî canê xwe ji dest da û 3 kesên din jî birîndar bûn.

05.01.2023, Per - 05:38

Li Êlihê qeza: Kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Duh Çarşemê 4ê Çileya 2023yan li ser rêya Heskîfê otomobîla bi plakaya 72 DC 125 a ku Emîn Ekincî diajot û otomobîla bi plakaya 33 AKH 293 a ku hêj navê ajokarê wê nehatiye zanîn li hev dan.

Di qezayê de Emîn Ekincî, Seve Ekincî û Yusuf Ekincî û ajokarê wesayîtê din birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê, tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Emîn Ekinci yê ku di otomobîlê de asê mabû di encama xebatên ekîban de ji cihê asê mabû hat derxistin.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên li derdorm, Emîn Ekincî ligel midaxeleyan jî bi ser xwe ve nehat û canê xwe ji dest da.

Dermankirina birîndarên din berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 326 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:55:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x