Li Êlihê şere bi çekan: Kuştî û birîndar hene

Li navçeya Hezoyê ser bi parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di êrîşa çekdarî ya li dijî mînîbusekê hat kirin de 2 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

13.01.2023, Cum - 06:39

Li Êlihê şere bi çekan: Kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên ku Rûdawê bidestxistine duh 12ê Çileya 2023an li gundê Xirbikê ser bi navçeya Hezo ya parêzgeha Êlihê bi çeka lûledirêj gule li mînîbusekê hatin reşandin.

Li ser agahdarkirinê va leşker û ambûlans bo cihê bûyerê hatin şandin.

Ji kesên di minûbûsê de Hifzullah Guler û Abdurrahman Guler li ciyê bûyerê can dan û Omer Guler, Necmettîn Guler û Îsmet Guler û Mehmet Ozcan jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Hezoyê hatin veguhestin.

Li gor çavkaniyên xwecîhî tîmên cendermeyan li gundê Xirbikê tedbîrên ewlekariyê wergirtine û rewşa aloz berdewam e.

Di navbera malbatên Guler û Durmaz da neyartî heye û di meha Hezîrana sala 2022an da şerê çekdarî derketibû û 3 kes hatibûn kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 207 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:48:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x