Li Êlihê zarokekî 10 salî mirî hat dîtin; 2 hevalên wî 70 kîlometre dûrtir sax hatin dîtin

Li navçeya Qabilcewzê ser bi parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, îro ji 3 zarokên ku duh 29ê Hezîranê wenda bûbûn, termê zarokekî bi navê Îsmail Algan (10) di Çemê Êlihê de hat dîtin. Du zarokên din Beytullah Çelîk (13) û Kerem Algan (11) 70 kîlometre dûrî cihê bûyerê li bajarê Êlihê hatin dîtin.

30.06.2023, Cum - 13:02

Li Êlihê zarokekî 10 salî mirî hat dîtin; 2 hevalên wî 70 kîlometre dûrtir sax hatin dîtin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan, roja Pêncşemê 29ê Hezîranê li navçeya Qabilcevzê zarokên bi navê Îsmail Algan ê 10 salî, Kerem Algan ê 11 salî û Beytullah Çelîk ê 12 salî ji bo avjeniyê ketin Çemê Êlihê.

Piştî ku her sê zarok venegeriyan mal, malbatên wan ji bo dîtina zarokan serî li saziyên peywendîdar dan.

Tîmên Lêgerîn û Rizgarkirina Bin Avê yên Şaredariya Êlihê, AFAD û hêzên emnî ji bo dîtina zarokan dest bi xebatan kirin. Di encama xebatên tîman de, bi şev termê Îsmaîl Algan di nav çem de hat dîtin û ji çem hat derxistin.

Termê wî zarokê 10 salî bo Nexweşxaneya Dewletî ya Qabilcevzê hat veguhastin.

Xebatên ji bo dîtina her du zarokên din berdewam bûn. Di encama temaşekirina kamerayên ewlehiyê de hat tespîtkirin ku Kerem Algan û Beytullah Çelîk piştî ku Îsmaîl Algan di çem de dixeniqe, ji tirsa direvin û diçin navenda bajarê Êlihê. Her du zarok li bajarê Êlihê ji aliyê hêzên polîs ve hatin dîtin.

Hat ragihandin ku rewşa tendirustiya her du zarokan baş e, derbarê bûyerê de jî lêpirsîn hat destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 532 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:57:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x