Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber berfê çûnûhatina li ser rêya sînorê Gurcistanê zehmet bûye û ji bo vekirina rê kar û xebat dest pê kiriye.
Duh rêya ku parêzgeha Erdexanê bi Deryaya Reş ve girê dide, ya li sînorê Gurcistanê ji ber berf û pûkê hat girtin.
Herwiha li ser rêya navbera parêzgehên Erdexan û Qersê jî berfeke zêde dibare û metirsî heye rê were girtin.
Beriya çend rojan berpirsên Rêyên Bejayî yên Erdexanê ragihandibûn ku ji ber zêdeûna berfê çûnûhatin li hinek cihan rawestiyaye û daxwaz kiribûn ku şofêr tedbîrên xwe werbigrin.
Li gor Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyê, tê pêşbînîkirin ku li 15 parêzgehên Bakurê Kurdistanê bo dema hefteyekê barîna berfê berdewam be.