Li gor daxuyaniya Rêveberiya Emnî ya Erzeromê di kordîneya Serdozgeriya Komarê ya heman parêzgehê de tîmên Şaxa Rûbirûbûna Terorê operasyon pêk anîne. Herwiha di encama operasyoneke hevdem de bi hinceta “alîkarî û propagandeya rêxistinê” 4 kes hatine desteserkirin.
Heman rojê li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê jî ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de Partiya Çepên Kesk karî hersê kursiyên parêzgehê misoger bike û 3 parlamenter derxistin, polîsan bi ser gelek malan de girtin û li gor agahiyên hatine belavkirin herî kêm 30 kes bi tohemtên “propagandeya rêxistinê” û endambûna rêxistinê” hatine desteserkirin. Li parêzgeha Dîlokê jî bi heman hincetê 5 kes hatibûn desteserkirin.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên emnî rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.