Li gundê Lekzî yê Çadê, dema Yalçin Sumbulê 18 salî pezê xwe diçêrand brûskê lê da. Di encama lêdana brûskê de Sumbul li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Termê Yalçin Sumbul ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çadê hat veguhestin.
Li hejmarek bajarên Bakurê Kurdistanê roja 25ê Gulanê baraneke zêde bariya û li hinek cihan lehî rabû.