Li Erzînganê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene

Li parêzgeha Erzînganê ya Bakurê Kurdistanê wesayîtek qelibî û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

16.12.2022, Cum - 07:10

Li Erzînganê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku îro Înê 16ê Berfanbara 2022yan li ser rêya Erzirom û Erzînganê, otomobîlek wergeriya û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dane ku yek ji wan 17 salî ye.

Herwiha 2 kes jî bi giranî birîndar bûne û bo Nexweşxaneya Zanîngeha Binali Yildirim ya Erzînganê hatine veguhestin.

Li gor zanyariyan rewşa her du birîndaran di metirsiyê de ye.

Cenazeyên kesên ku di bûyerê de canê xwe ji dest dane, piştî lêkolînên dozgerê komarî, ji bo otopsiyê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Tercanê hatin veguhestin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 201 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:22:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x