Li Hezexê 20 kes hatin desteserkirin

Li 2 gundên navçeya Hezexê ya ser bi parêzgeha Şirnexa Bakurê Kurdistanê ve di serdegirtina malan de 20 kes hatin destserkirin ku muxtarên wan gundan jî di nav de ne.

27.04.2023, Per - 08:42

Li Hezexê 20 kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan, hêzên ewlakariya Tirkiyê roja Çarşemê 26ê Nîsana 2023an li gundên Bana Zergûza û Xirabetuwa yên navçeya Hezexê, di du operasyonan de bi ser çend malan de girtine.

Di operasyonan de muxtarên herdû gundan jî di nav de 20 kes ji aliyê cendermeyan ve hatin destserkirin.

Hat ragihandin sedema destserkirina wan 20 niştecihiyên herdû gundan nayê zanîn û nediyar e ku cendirmeyan ew ber bi ku ve birine.

Çi bibû?

Roja 23ê Nîsana 2023an li sînorê gundê Zergûza Bana li ser rêya di navbera Cizîr û Hezexê de êrîşeke çekdarî li dijî otomobîlekê pêkhatibû. Di êrîşê de kesên bi navên Mehmet A., Abdullah E. (23) û Eşref E. (49) bi giranî birîndar bibûn. Ji birîndaran Mehmet A. tevî hewildanên pizîşkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dabû.

Li gor zanyariyên li ser medyaya civakî belavbûne, hinek ji wan kesên birîndar ew kes in ku 27ê Adara 2023an gerilayê PKKê Selîm Adiyaman bi nasnav Harun Elbak li Hezexê radestî hêzên ewlekariya Tirkiyê kiribûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 331 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:43:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x