Li Licê 15 rojan qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin

Li navçeya Licê ya parêzgeha Amedê li herêma Girê Hoydanagervanê 15 rojan qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin.

26.02.2024, Pts - 06:34

Li Licê 15 rojan qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Amedê, 9 herêmên li Girê Hoydanagervana Licê wekî “Herêma Ewlehiya Taybet” hatine ragihandin.

Parêzgariyê herwiha da zanîn di navbera 26ê Sibatê û 11ê Adara 2024an de 15 rojan çûnûhatin qedexe ye.

Parêzgariya Amedê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku ew qedexe ji bo “pêkanîna ewlehiyê, rêgirtina li bûyerên tundûtûjiyê û her pêşhateke neyînî” hatiye ragihandin.

Ew kesên ku pabendî qedexeyê nebin dê derbarê wan de lêkolîn bê destpêkirin û dê werin cezakirin.

Li beşek ji parêzgehan û navçeyên demek e bi hinceta operasyonên li dijî PKKyê qedexe tên ragihandin û ew qedexe bi berdewamî 15 rojan tên dirêjkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 147 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:14:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x