Li Meletiyê bûyera trafîkê: 1 mirî, 1 birîndar

Li navçeya Hekîmxanê ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, derengiya şeva 28ê Mijdarê otomobîlek bi kendalekê de wergeriya û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û kesek bi giranî birîndar bû.

29.11.2022, Sal - 07:19

Li Meletiyê bûyera trafîkê: 1 mirî, 1 birîndar
Nuçe Belav bike

Li gundê Cuzungutê yê Hekîmxanê otomobîla bi şofêrtiya Şenol Taymaz ê 25 salî ji rê derket û bi kendalekê de wergeriya.

Di bûyerê de jina bi navê Beril Ozturk a 23 salî canê xwe ji dest da û şofêr Şenol Taymaz bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî, cendirme û tîmên berevaniya şaristanî bo cihê bûyerê hatin şandin.

Birîndar Taymaz ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê hat veguhestin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 189 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:54:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x