Li Meletiyê bûyera trafîkê: 2 kesan canê xwe ji dest dan

Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlekê li du kesan da û di encam de her du kesan canê xwe ji dest dan.

20.12.2022, Sal - 09:02

Li Meletiyê bûyera trafîkê: 2 kesan canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Li Taxa Çavuşoglu ya Meletiyê li ber cihê mana xwendekarên keç îro Sêşemê 20ê Kanûna 2022ê otomobîlekê li du welatiyên bi navê Şemsettin Karadag û Hîvan Taşkiner da.

Li gor agahiyan, di dencam de her du welatiyan canê xwe ji dest dane û şofêrê otomobîlê jî birîndar bûye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Şofêrê otomobîlê ku di bûyerê de birîndar bûye, ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê hatiye veguhestin.

Termên her du kesên din jî bi armanca otopsiyê bo Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hatin veguhestin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 262 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:09:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x