Li navçeya Wêranşarê ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, otombîlekê li traktorekê da û di encam de 3 kes birîndar bûn.
Li Taxa Dogu ya Wêranşarê, doh bi şev 14ê Mijdarê otombîla bi şofêrtiya Mualla Bali li traktora bi şofêrtiya Arif Sonmez da.
Di encama qezayê de her du şofêr û welatiyê bi navê Ozden Sonmez birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê hatin veguhestin.