Li Meletiyê erdhejek din çêbû; 29 avahî hilweşiyane, 1 mirî û 69 birîndar hene

Li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê îro careke din erdhejek bi hêza 5.6 pileyê rîxter pêk hat. AFADê ragihandiye, 29 avahî di encama erdheja îro de herifîne, kesekî jiyana xwe ji dest daye û 69 kes jî birîndar in

27.02.2023, Pts - 09:32 [ Güncellenme: 27.02.2023, Pts - 11:49 ]

Li Meletiyê erdhejek din çêbû; 29 avahî hilweşiyane, 1 mirî û 69 birîndar hene
Nuçe Belav bike

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku îro Duşemê 27ê Sibatê demjimêr 12:04 deqe bi hêza 5.6 pile erdhejek li parêzgeha Meletiyê çê bûye.

AFADê ragihandiye, navenda erdhejê li navçeya navendê ya Çirmikê (Yeşilyurt) û di kûrahiya 6.96 kîlometreyî de çêbûye.

Resedxaneya Kandili ya Tirkiyê jî ragihandiye, erdhej li navçeya Çirmik a Meletiyê bi hêza 5.5 rîxterê û di kûrahiya 5 kîlometriyê de çêbûye.

AFADê derbarê zirarên erdheja îro ya Meletiyê de daxuyanî daye û ragihandiye, 29 avahî herifîne.

Serokê AFADê Yunus Sezer ragihandiye, di encama erdheja îro de li gor agahiyên destpêkê kesekî jiyana xwe ji dest daye û 69 kes jî birîndar bûne.

Bi gotina Sezer, hewldanên lêgerîn û rizgarkirinê li 5 avahiyan berdewam in.

Îro di demjimêrên berê sibehê de li navçeya Serêgolê ya parêzgeha Semsûrê û li navçeya Cela ya parêzgeha Mereşê yên Bakurê Kurdistanê jî bi hêza 4 û 5 pile du erdhejên din çê bûbûn.

Piştî erdheja 6ê Sibatê zêdeyî 10 hezar erdhejên paşekî çêbûne ku ya herî mezin bi hêza 6.4 pile li Hatayê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 295 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:59:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x